Li gor navenda çavdêrîya leşkerî ya HSD’ ê çekdarên DAIŞ’ê di meha Hezîranê de 11 êrîş pêk anîn û 23 kes di wan êrîşan de hatine kuştin.
Li gor şopandinê ku hemû êrîşên DAIŞ’ê li çola Dêrezorê, herwisa piranîya wan êrîşan li bajarokê Şihêl pêk hatine.
Li alîyê din, li gor rapora Hezîranê ya navenda çavdêrîya leşkerî ku HSD û hêzên ewlekarîyê, Asayîş bi piştevanî ji koalîsyona navneteweyî di meha Hezîranê de 57 kesên bi guman ku DAIŞ in, girtine.
Li gor berpirsê ragihandina YPG’ê Sîyamend Elî ku oprasyona herî dawî de li Şedadê emîrek DAIŞ’ê di oprasyonek hevbeş bi koalîsyonê hat girtin.
Li alîyekî din, li kampa Holê 8 endamên veşartî yên DAIŞ’ê hatine kuştin û hêzên ewlekarîyê 85 hewlên reva ji kampê sekinandin.
Berpisê ofîsa ragihandina HSD’ê Ferhad Şamî dide zanîn ku DAIŞ’ê hêza xwe kom dike û di meha Hezîranê de korîdorên navbera her du çemên Firatê bi kar anîye.
Şamî dibêje ku operasyonên HSD’ê yên dijî torên veşartî rêli ber êrîşên mezin girtine.
“Pêdivîya HSD’ê bi piştîvanîya teknîka çavdêrîyê heye ku em bikaribin rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê bigirin, taybetî jî bi dironan. Bêjahîya Dêrezorê berfireh e û teknîka pêşketî gelek girîng e.
Your browser doesn’t support HTML5