SOHR: Di Êrîşa DAIŞê de li Çolên Reqayê 8 Kes Hatin Kuştin

Girtiîyên Têkiliya Wan bi DAIŞê heye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryareke lêxweşbûnê, ji aliyê Rêvebiriya Xweser ve, serbest tên berdan.

Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) îro Pêncşemê ragihand ku di êrîşên çekdarên DAIŞê de li çol û biyabana Reqayê 8 kes, 6 jê endamên Berevaniya Niştîmanî ya Sûrî û 2 şivan hatine kuştin.

SOHR dibêje duh êvarî di kemîneke çekdarî de ya ji aliyê endamên şaneyên rêxistina "Dewleta Îslamî" DAIŞê ve hatin girtin dema ku ew diçûn lêgerîna şivanekî pez piştî ku ji aliyê " rêxistinê” ve hatbûn revandin û piştre ew kuştin, bi vî awayî hejmara kuştiyan zêde bû bûne 8 kes, ji wan 6 endamên Hêzên Berevaniya Niştîmanî ya Hikûmeta Sûrî û 2 şivanên pez.

Li gorî çavkanî û statîstîkên SOHR, bi giştî hejmara kuştiyên operasyonên leşkerî li biyabana Sûriyê di navbera çekdarên DAIş û hêzên girêdayî rejîma Sûrî de ji destpêka sala 2024'an ve gihîştiye 457 kesan.

29 endamên rêxistina "Dewleta Îslamî", di nav wan de 3 bi êrîşên esmanî yên Rûsî, û yên mayî ji aliyê hêzên rêjîmê, milîs, û sewalvanan ve bûn.

382 endamên hêzên rejîmê û milîsên ser bi wan ve, di nav wan de 33 endamên milîsên alîgirên Îranê yên xwedî nasnameya Sûriyê ne, DAIŞê ew bi rêya danîna kemînan, êrîşên çekdarî û li rojavayê Firatê û biyabana Dêrezorê, Reqa û Humsê.

Di wan êrîşên DAIŞê de 46 sivîl jî hatine kuştin, di nav wan de zarokek û jinek jî hene.

Jêder: SOHR