Pispor Piştî Êrîşa Moskow'ê bo Metirsiya DAIŞ'ê Çi Dibêjin?

Gel destegulan weke rêzgirtin li ciyê qurbaniyên êrîşa hovane ya DAIŞê li nêzî Moskow dadinên

Êrîşa Daişê li Moskowê ku tê de herî kêm 143 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din birîndar bûne careke din bala cîhanê dibe ser rêxistina tundrê DAIŞ'ê.
Çavdêr bawerdikin ku DAIŞ'ê di salvegera 5an ya şerê Baxozê xwest mesacekê bighîne cîhanê ku hênjî aktîve.

Li gorî bisporan êrîşa Moskowê tekez dike ku Sûrî navenda Rêxistina DAIŞ'ê ye ku hînjî karîna wê ya pêkanîna êrîşên mezin heye.

Li gorî amarên dezgehên ragihandinê yên nêzîkî HSD ku ji destpêka vê salê de Daişê 94 êrîş di hundirê Sûrîyê de pêkanîn, 72 êrîş ji wan dijî HSD bûn.

DAIŞ'ê li gorî bisporan li Sûrîyê bi taybetî li bejahîya Palmîra û Dêrazorê çalak bû ye.

23 Adarê 5 sal bi ser ragihandina têkçûna DAIŞ'ê li Baxozê derbasbûn, ku di encama wî şerî de bêtirî 50 hezar kes xwe radestî HSDê kirin.

Ji wê hejmara niha 43 hezar jin û zarok li kampa Holê ne, û bêtirî 10 hezar çekdarên DAIŞ'ê li girtîgehên HSD de ne.

Lê hênjî DAIŞ li gorî gelek raporan bi kêmanî xwedî 10 hezar çekdare li Sûrîyê hene û weke şaneyên veşartî êrîşan pêktîn in.

Navendên lêkolînan tekez dikin ku kampa Hol û girtîgehên li Hesekê û Reqa armancên serek yên DAIŞ'ê ne, di vê qonaxê de.

Di rapora çarîka dawî ya sala 2023 an de ya koalisyona navnetweyî ya şerê dijî DAIŞ'ê eşkere kir ku êrîşên Tirkîyê yên ser HSD alîkarîya DAIŞ'ê kir ku çalak bibe.

Êrîşa roja îna borî li Moskowê tekez dike ku DAIŞ'ê ne tenê li Sûrî û Îraqê lê ser asta cîhanê jî hîn xwedî karîna pêkanîna êrîşan ne.

Your browser doesn’t support HTML5

Êrîşa Moskowê Metirsîya Vegera DAIŞê Zêde Dike