Dr.Ebdulhamîd Bavî: Daiş Ne Xwediya Nasnamek Taybet Ne Jî Olek Taybet E

Dr.Abdulhamîd Bavî

Daişê di van rojan de daxuyaniyek da ye weşamdin û bang li cîhana Sinî û Îslamî dike da ku, kenalên TV û satelayîtan di malên xwe de bikar ne înin, jiber ku ew dijî rewişt û nirxênÎslamê ne.

Çavdêr, herweha ajansa Reuters di raporeke xwe de, weha radigehîne ku, jiber operasyonên Feluce, Musil û Reqqa tengav bûye, bi riya bangewaziyan Daiş dixwaze perdê biser şikestin û lawaziye xwe de bîne.

Dengê Amerîka derheqa vê mijarê de hevpeyvînek li gel Dr. Ebdulhamîd Bavî Profêsorê alîkar li zanîngeha Duhok û pisporê Dîroka Olan encam da, birêz Bavî da zanîn ku Daiş cut standartî bikar tîne, Daiş bi xwe vê teknolijya pûşketî bo mediya xwe bikartîne, lê dibêje yên din bikar ne înin, jiber ku li dijî nirxên Îslamê ye Bavî dibêje"Daiş ne xwedîya ne nasnamek taybet û ne jî Olek taybete", ew dixwaze alîgirên xwe bi xapîne da hest bi şkestinên wan nekin.

Temamiya hevpeyvîna li gel Dr. r.Ebdulhamîd Bavî di fayla deng de ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn li gel Dr.Abdulhamîd Bavî