DAIŞ Kuştina 6 Şervanên HSD’ê Îdia Dike

Dîmeneke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD

Roja Yekşemê 6 endamên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di encama gulebarana çekdarên nenas li ser rêya Xerefî ya di navbera Dêra Zorê – Hesekê de jiyanên xwe ji dest dane.

Rexistina tundrew Dewleta Îslamî (DAIŞ) ew êrîş bi fermî girt serxwe û ajansa Emaq wêneyên her 6 şervanan weşand ku girêdayî wê rêxistinê ye.

Jêderekî leşkerî yê HSD’ê bo Dengê Amerîka tekez kir ku ew êrîş pêk hatiye û wî wiha got:

"6 endamên HSD’ê bi guleyên çekdarên nenas jiyanên xwe ji dest dan, yên ku îhtîmal e ku girêdayî rêxistina terorîst DAIŞ’ ê bin," wî jêderî got.

Heman Jêderî destnîşan kir ku 6 şervanên HSD’ê ku hatine kuştin endamên Hêzên Erka Xweparastinê ne û herwiha ew ji bajarê Hesekê û gundewarên Helebê ne.

Hêzên Sûrîya Demokratîk heya niha di derbarê îdaya HSD’ê de daxuyanêyeke fermî dîyar nekirine.

Şopîner bawerdikin ku DAIŞ piştî operasyona girtîgeha Sîna di rewşeke lawaz de derbazbû, ev yek jî jiber fişara ewlekarî ku ji alîyê HSD û koalîsyana nawteweyî ve pêk dihat.

Rojnamevan Zana Elî bawer dibêje, dibe ku DAIŞ amadekarîyên êrîşan dike, wek bersiv yan bo kêmkirina fişarê ser şaneyên xwe di nava kampa Holê de, ku li wir ji 25 Tebaxê vir ve de oprasyoneke ewlekarîyê tê revebirin.

"Rêxistin operasyonên xwe yên li dijî HSD'ê dijwartir dike û bi şêweyên komên piçûk li çola Dêra Zorê xwe vedişêre," Elî got.

Hêjayê gotinê ye ji destpêka vê salê vir ve, DAIŞ’ê hemberî hêzên HSD’ ê li heremên di bin kontrola wê de 128 êrîş ragihandiye, ku piranîya wan li herema Dêrezorê ne.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Di Êrîşeke DAIŞ’ê de 6 Şervanên HSD Jîyanên Xwe ji Dest Dan