DAIŞ'ê Berpirsîya Êrîşa Belçîka Girt Ser Xwe

Dewleta Îslamî (DAIŞ), berpirsîya êrîşa li Liege ya Belçîka, ku tevî êrîşvan çar kes hatibûn kuştin, girt ser xwe.

DAIŞ’ê ji hesabê Telegramê ya ajansa nûçeyan ya Amaqê, ku wek malpera propagandayê ya rêxistinê tê zanîn, dîyar kir ku ‘’leşkerekî DAIŞ’ê’’ êrîş pêk anîye.

DAIŞ’ê da zanîn ku leşkerê wan, ser daxwaza êrîşên dijî dewletên di koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka de cîh digirin, êrîş li dar xistiye.

Êrîşvanê bi navê Benjamin Herman roja Sêşemê li Liege du polîs kêr kiribûn, çekên wan ji dest sitandibûn û polîs kuştibûn. Êrîşvanê ku piştre derbazî otoparkekê bûbû, li wir jî xwendekarekî ku di maşîneya xwe de rûniştîbû, kuştibû.

Êrîşvanê ku jineke li dibistanê jî dîl girtibû di pevçûna bi polîsan re hatibû kuştin. Di dîmenên amator yên bûyerê de xuya dibû ku êrîşvan dibêje ‘’Allahûekber’’