Dadgeha Enqerê Serlêdana Parêzvanan Bo Azadkirina Demirtaş Red Dike

Selahattin Demirtaş

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupa di 22ê mehê de jibo Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş biryar da ku bi lezûbez serbest were berdan.

Piştî biryarê, evûqatên Demirtaş serî li Serdozgerîya Enqerê xisitin lê 7emîn Dadgeha Sulh ya Cezayê roja Şemiyê ragihand ş got "Jiber ku wergêra fermî ya biryara dadgeha Ewrupa nîne" serdana evuqatan jibo berdana Demirtaş red kir.

Vê jî bixwîne: Mehmet Durakoglu: Divê Demîrtaş Serbest Were Berdan
Vê jî bixwîne: Rojeva Tirkîyê Biryara ECHR’ê ya Ser Demîrtaş E
Vê jî bixwîne: Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan Îro Biryara Demîrtaş Radigihîne

Dadgeh di biryara xwe de destnîşan kirîye ku dozgerî jibo wergêra fermî li benda Wezareta Dadê ne lê wezaretê hin bersiv nedaye.

"Jiber ku evuqatên gumanbar, wergêra fermî nekirine nav dosyeyê, nayê zanîn ka biryara Dadgeha Ewrupa li gorî kîjan xalan biryar daye. Lewma şertên hiqûqî hê jî çênebûne" dadgeh di biryara xwe de dibêje.

Mahsunî Karaman evuqatê Selahattîn Demirtaş, bibîr xist ku di 20ê Mijdara 2018an de Dadgeha Mafê Mirovan dema biryara pêşî dabû, wergêra fermî ya bi Tirkî jî xistbû nav belgeyên jibo serbestberdanê lê dadgehê wî çaxî daxwaza serbestkirinê red kiribû, Karaman got "Jixwe birêz Demirtaş jî dibêje ya girîng ewe ku li dadgehên bilind masumiyeta wî hatîye pesend kirin. Dinya alem hîn bû ku ew jiber biryarên sîyasî girtîye. Lewma yê ku çar sal sebir kirine dê bikaribin hefteyek jî bisekinin".

Birêz Karaman destnîşan kir ku piştî biryara Dadgeha Ewrupayê divîya ku bêyî serdana evûqatan, Wezareta Dadê di heman rojê de fermana serbestkirina Demirtaş bida. Herwiha da xuyakirin ewê di nav heftê de carek din serî li dozgeriyê bixin lê dizanin ku dîsa bi hicetan ev mesele dê dûr û dirêj bibe.

Li gorî hiqûqzanan biryara Civata Bilind ya Dadgeha Mafê Mirovan biryara dawî ye û divê dewlet li gorî biryaran tevbigerin, herwiha tê destnîşankirin, ger Tirkiye digel biryara dadgehê Demirtaş serbest neke rê li derxistina endamtîya Konseya Ewrupayê re jî vebe.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Amed-Diyarbakirê 27 12 2020