Dadgeha Qanûna Bingehîn Qedexeya Rêwîtîyê Pejirand

Dadgeha Qanûna Bingehîn dîyar kir ku di qedexeya rêwîtîyê de, ku Serok Trump dijî 6 welatên ku hemwelatîyên wan Misilman in xwestibû, ti asteng tune.

Lê, di dadgehên jêrîn de astengên qanûnî yên dijî qedexeya rêwîtîyê didomin.

Dadgeha Qanûna Bingehîn rakirina du biryarên tedbîrê yên dadgehên jêrîn, ku rêvebirîya Trump xwestibû, pejirand.

Ji neh endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn du endam dijî rakirina biryarên tedbîrê deng dan.

Dadgeha Qanûna Bingehîn hikûm da ku dadgehên pêdaçûnê yên San Franciso ya eyaleta California û Richmond ya Virginia, biryarên dijî qedexeya rêwîtîyê rawestînin.

Rêvebirîya Trump meha borî ji Dadgeha Pêdaçûnê xwestibû ku qedexeya rêwitîyê ya dijî şeş welat bipejirîne.

Dadgeheke pêdaçûnê yê li California di meha Mijdarê de biryar dabû ku tenê hin beşên qedexeya rêwîtîyê bikeve merîyetê.

Dijî qedexeya rêwîtîyê eyaleta Hawaii û Yekîtîya Azadîyên Sîvîl yên Amerîka jî doz vekiribûn.

Rêvebirîya Trump, ji serê salê vir ve sê cûreyên qedexeya rêwîtîyê weşand.

Li gor qedexeya rêwîtîyê, ji Îran, Lîbya, Sûrîye, Yemen, Somalî, Çad û Koreya Bakur herkes û ji Venezuela jî hin karbidestên hikûmetê nikarin herin Amerîka.