Dadgehê Daxwaza Pêdaçûnê ya Ser Berdana Demîrtaş Red Kir

Daxwaza pêdaçûnê ya ser biryara berdana Hevserokê Berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn hat red kirin.

Tevî daxwaza pêdaçûnê hat red kirin jî jiber ku Demîrtaş ji dozeke din ceza sitandîye ew nikare ji girtîgehê derkeve.

Demîrtaş di Mijdara 2016’an de hatibû desteser kirin û ji wê çaxê vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye.

Dadgeha Cezaya Giran ya 19’an ya Enqerê bo Demîrtaş ser tawana ‘’endambûna rêxistina terorî’’ biryara berdanê dabû.

Dozgerê doza Demîrtaş piştî biryara dadgehê xwest ku Demîrtaş ji wê dozê dîsa were girtin, lê Dadgeha Cezaya Giran ya 20’an ya Enqerê ew daxwaz red kir.