Ukrayna Dibêje di Rêbendanê de Êrîşeke Rûsyayê Pêkan E

Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynayê ewro roja Înê gote parlemanê, Rûsyayê zêdetirî 94,000 leşker li nêzîkî sînorên Ukraynayê kom kirine û dibe ku xwe jibo êrîşeke leşkerî ya mezin di dawîya Çileyê da amade bike.

Oleksî Reznîkov got, Ukrayna tiştekî jibo provokekirina rewşê nake, lê amade ye li ber xwe bide heke Rûsya êrîşê bike. Wî got Ukrayna jibo avakirina du bingehên deryayî li peravên wê yên başûr dixebite.

Reznikov got, "îstîxbarata me hemû senaryoyan, di nav da yên herî xirab, berçavan derbas dike." "Li gor agahîyên îstîxbaratê îhtîmala gurbûna alozîyek mezin ji aliyê Rûsyayê ve heye. Dibe ku dema herî pêkan jibo amedebûna êrişekê dawîya Çileyê be."

Ukrayna û hevalbendên wê yên NATO'yê vê salê hişyarîya liv û tevgerên leşkerên Rûsî li nêzîkî sînorên Ukraynayê dan, ev yek jî bû sedema nîgerenîyan ku gurbûna pevçûnekê li rojhilatê Ukraynayê bibe sedema şerekî vekirî.

Ajansa Interfax ragihand ku cîgirê serokê ciwata bilind ya Rûsyayê red kirîye ku Moskowa plana operasyoneke êrîşkar li rojhilatê Ukraynayê dike û got Moskowa dê her tiştî bike jibo pêşîgirtina aloziyek mezin li herêmê.

Moskowayê Ukrayna û Amerîka bi helwesta bêîstiqrarkirinê tawanbar kirin û destnîşan kir ku dibe ku Kîyev amadekarîya destpêkirina êrişa xwe li rojhilatê Ukraynayê bike, ku rayedarên Ukraynayê bi tundî wê red dikin.

Ukrayna vê heftîyê ji hevalbendên xwe yên Yekîtiya Ewropî û NATOyê xwast ku pakêtek tund ya ambargoyan amade bikin daku pêşî li êrişa Rûsyayê bigire.