Belavia Geştîyarên ji Sûrîyê, Îraqê Û Yemenê ku ji Tirkîyê Tên Qedexe Dike

Hêlên Esmanî ya dewleta Belarus îro roja Înê got ku wan li ser daxwaza Enqerêhatina Sûrî, Îraqî û Yemenîyan bi firokên ji Tirkiyê tên qedexe kirine, piştî ku Mînsk hate tawanbar kirin ku ew koşberan tîninda ku bişînin bo Ewropayê.

Di daxuyaniyekê bo hewlatiyên her sê welatan Belavia ser malpera xwe got ku "li gorî biryara rayedarênTirkiyê" ji roja Înê pê ve destûr nayê dayîn ku ew bi balafirên Tirkiyê bihên Belarusê.

Bi hezaran koçber bi giranî ji Rojhilata Navîn bi mehan e hewl didin ku ji Belarusê derbasî Polonyaya endamê Yekîtiya Ewropî bibin, lê alozî vê heftîyê zêde bûn ji ber ku hewildanên plan kirî yên derbasbûnê ji alîyê zêrevanên ser sînorê Polonyayê ve hatibûnred kirin.

Hikûmetên rojavayîserokî Belarusî Alexander Lukashenko tawanbar dikin ku ew koçberan ber bi welatê xwe ve dikişîne û wan dişîne da ku derbasî endamê Yekîtiya Ewropî Polonyayê bibin wek tolhildana ambargoyan.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, hevalbendê demdirêj yê Lukashenko, roja Pêncşemê gote Yekîtiya Ewropayê heke ew bixwazin krîzê çareser bike, divêt ew digel Belarusêbiaxavin.