Xelata Nobel Ya Aştiyê 2021 Hat Pêşkeş Kirin

Hilgirên Xelata Nobel ya Aştiyê 2021, Dmitry Muratov,çepê, û Maria Ressa, rast.

Serokê komîteya nobelê berit reiss-andersen got: "Komîteya Nobelê ya Norwêcî biryar da ku Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2021an bide Maria Ressa û Dmitry Muratov ji bo hewildanên wan yên parastina azadiya ramanê, ku ev ji bo demokrasî û aşitiyek domdar şert e. Xanim Ressa û birêz Muratovxelata aştiyê ji bo tekoşîna wan ya wêrek ya ji bo azadiya ramanê li Fîlîpîn û li Rûsyayê werdigirin. Di heman demê da, ew nûnerên hemî rojnamevanan in ku piştevanîya wê ramanê dikin di cîhanekaku demokrasî û azadiya çapameniyê rû bi rûyê rewşek neyînî ne."

Jêder/ Reuters