Li Prag 10 Hezaran Kes Beşdarî Xwepêşandanê Bûn

A man holds a Czech National flag during a rally demanding the resignation of Czech Prime Minister Andrej Babis on June 23, 2019 in Prague.

Nêzîkî 70,000 kes li Pragê li dijî hikûmeta Çek xwenîşandan kirin, û bang li partiyên desthilatdar yên wî welatî kirin ku ji bo kontrolkirina zêdebûna bihayê sotemeniyê çareseriyê bibînin û li dijî Yekîtiya Ewropa û NATOê xwepêşandan kirin.

Rêkxerên xwenîşandanê, yên ku girêdayî komek partiyên rastgir, çepgir û komên siyasî yên din bûn, di nav de Partiya Komunîst, dibêjin ku Komara Çek divê ji hêla leşkerî ve bêalî bimîne û rasterast bi hinardekarên gazê re, di nav de Rûsya, bikeve peymanan.

Polîs dibêje nêzîkî 70,000 kes beşdarî xwenîşandanan bûne.
Gigi Havel, yek ji rêkxerên xwepêşandanê ye ji iDNES.cz re got "Armanca xwenîşandanên me ew e ku em daxwaza guhertinê bikin, nemaze di çareserkirina pirsgirêka bihayê sotemeniyê de, nemaze bihayê elektrîkê û gazê, ku dê vê payîzê aboriya me têk bibe."

Xwepêşandanên li meydana navendî ya bajarê Prag pêkhat, rojekê piştî dengdana parlemanê ya vekişandina baweriyê ji hikûmetê, piştî ku opozîsyonê got ku wê nekarî li ser enflasyon û bihayê sotemenîyê çareseriyekê bibînin. Lê piraniya dengan ji bo mayîna hikûmeta niha bûn.

Dengdan nîşan dide ku krîza sotemeniyê ya li Ewropayê çiqas bûye sedema bêaramiya siyasî, di heman demê de bihayê sotemeniyê derketiye asta herî bilind ya 30 salên dawî.

Serokwezîrê Çekyayê Peter Viala ji ajansa nûçeyan ya CTKê re got ku xwepêşanderan guh nedane berjewendiyên welêt. wî got
"Xwepêşandanên li Meydana Wenceslas ji aliyê komek ji hêzên tundrew yên bi piştgirîya Rûsyayê ve li dijî berjewendîyên Komara Çek in, hatine lidarxistin,"