Cuomo: Çîn 1,000 Maşînên Henasvedanê Dişîne New Yorkê

Hakimê wîlayeta New Yorkê Andrew Cuomo îro Şemiyê got Çîn 1,000 maşînên henasvedanê ji wîlayeta wî re dişîne.

Hejmara nexweşên korona li Amerîka çarîka milyonekî derbas kiriye, li gel 7,000 mirî, ku jê bêhtirî 3,500 kes li wîlayeta New Yorkê ne.

Cuomo got pêşbîn e ev maşîn îro Şemiyê bigihin.

Wî got:

“Ev tiştekî berbiçav e û dê guhertineke mezin ji bo me bike.”

Andrew Cuomo got ku wîlayeta Oregon jî 140 maşîn ji bo New Yorkê dabîn kirine.

Hakimên wîlayetên Amerîka daxwaza alavên saxlemiyê bi awakî lezgîn dikine û li bazarên cîhanê li wan digerine, bi taybetî maşînên henasvedanê.

Ta niha bêhtirî 15,000 pêketiyên korona li nexweşxaneyên New Yorkê ne, û bêhtirî 4,100 kes di bin çavdêriyeke tund de ne.

Cuomo got ku New Yorkê daxwaza 17,000 maşînên henasvedanê kiriye, lê tenê 2,500 bi dest xistine.