Cudaxwaz û Hêzên Ukraynayê Hevdu bi Gulebarankirinê Tawanbar Dikin

Mîlîtanekî ser bi Rûsyayê ve li herêma Luhansk (arşîv).

Serhildêrên bi piştgirîya Rûsya û hêzên Ukraynayê îro Pêncşemê hevdu bi salixdana gulebarankirina ji ser xeta agirbestê ya li rojhilatê Ukraynayê, tawanbar kir.

Cuhdaxwazan hêzên hikûmeta Ukraynayê tawanbar kirin ku di 24 saetên borî de çar caran agir berdane herêma wan.

Komara Gel ya Luhanskê, yek ji du herêmên serhildêran, ragihand ku hêzên Ukraynayê roja Pêncşemê di çar bûyerên cuda de hawan, bombeavêj û mîtralyoz bikar anîne.

"Hêzên Çekdar yên Ukraynayê bi awayekî hovane bi karanîna çekên giran agirbest binpê kir, ku li gor peymana Mînskê divê vekişîn," cudaxwazan di daxuyanîyekê de got.

Kîevê jî serhildêr bi avêtina topan tawanbar kir û got ku hinek top li avahîya baxçeyê zarokan ketine û du sivîl jî birîndar bûne.

"Li gundê Stanytsa Luganskê ya herêma Luhansk artêşa Rûsyayê êrîş kir. Di encama karanîna çekên giran ji hêla terorîstan ve top li avahîya baxçeyê zarokan ketin. Li gor agahiyên destpêkê, du welatîyên sivîl bi topên hawanê birîndar bûne," artêşa Ukraynayê ragihand.

Jêderekî dîplomatîk da zanîn ku şandeyeke çavdêriyê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewrupa di saetên destpêka Pêncşemê de li ser xeta têkilîyê, gelek bûyerên topbaranê tomar kiriye.

Ajansa Reutersê dibêje ku heta niha ne pêkan bûye ku were destnîşankirin ka ragihandinên topbarankirinê bo zêdekirina alozîyê ye yan jî bûyerek normal ya binpêkirina agirbestê ye, ku di şerê heşt salan de gelek caran tiştên bi wî rengî rû dane.

Welatên Rojavayî gelek caran Rûsya tawanbar kiriye ku ew plan dike ku bûyerekê wiha li heremên di bin destê serhildêran de, bo rewakirina êrîşekê dijî Ukrayna bi kar bîne.

Lê, Moskow van îdayana red dike û Kîevê bi plankirina alozîyekê bi zanebûn tawanbar dike û herwiha dibêje ku wê Ukrayna vê yekê bike sedem da ku herêma di bin kontrola cudaxwazan de, bi zorê jinûve bidest bixe.