Ukrayna: Di Êrîşa Ser Bingeha Deryayî ya Rûsî de Kesên Payebilind Hatine Kuştin

Dîmenên Êrîşa Ukrayna bi Ser Bingeha deryayî ya Rûsî li Sevastopol, Qirim 22ê Îlonê, 2023. (Planet Labs PBC/Handout via Reuters)

Ukrayna roja Şemiyê ragihand ku bi dehan kes di êrîşa wê de ya ser bingeha deryayî ya Rûsî li derya Reş hatine kuştin yan birîndar bûne di nav de "kesên payebilind yên Hêzên Deryaya Rûsyayê" hene.

Ukrayna rojek berê êrîşa mûşekan li dij bingeha fermandariya deryayî ya leşkerê Rûsya li Qirimê encam dabû.

Artêşa Ukraynayê da zanîn ku "Hûrgiliyên êrîşê di demek zû de dê werin eşkere kirin û encama bi dehan kuştî û birîndaran ku di nav fermandarên payebilind yên hêzên deryayî ya Rûsî hene," dê werein ragihandin.

Êrîş di dema "Civîna fermandariya hêzên deryayî ya Rûsî de pêkhatî ye."

Serokê îstixbarata Ukraynayê Kyrylo Budanov ji Dengê Amerîka re got ku di êrîşê de "9 kes hatine kûştin" di nav de general jî hene.

Kîevê roja Înê behsa "êrîşeke serketî" kirbû ku li dij bingeha hêzên deryayî yên Rûsya li Deryaya Reş kirbû bi armanca hewildanan ku şer jibo nîvgirava stratejî were veguhestin.

Artêşa Ukraynayê îro Şemiyê tekez kir ku "encamên kuştî û birîndarên êrîşê di demek zû de werin eşkere kirin."

Li gorî peyamnêrê ajansa nûçeyan ya Rûsî "TAS"ê, gelek ambolans çûne ciyê êrîşê û dîmenên bilindbûna dûmanek mezin ji bingeha deryayî ya Rûsî de di mediya civakî de hatine nîşan dan.

Roja Înê, rayedarekê Rûs ragihand ku nîvgirava Qirimê rastî êrîşên elektronî yên nedîtî hat, piştî çend seatan ji bombebarana ser bingeha deryayî ya rûsî.

Navenda hêzên deryayî ya Rûsyayê li ser derya Reş li bendera Sevastopolê ye, ku yek ji navendên operasyonên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê ye.

Jêder: Reuters/Alhurra/VOA