CPJ Bang li Tirkîyê Dike ku Rojnamevanan Demûdest Berde

Turkey Media Freedoms

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bang li Tirkîyê kir ku rojnamevanên jiber karên xwe hatine desteser kirin û girtin demûdest berde.

CPJ dîyar kir ku ji 19’ê Tebaxê vir ve li Tirkîyê 7 rojnamevan hatine desteser kirin.

Li gor daxuyanîya CPJ’ê li Amedê 1, li Stenbolê 1 û li Mêrdînê 5 rojnamevan hatine binçav kirin.

Wê komîteyê da zanîn ku 5 rojnamevanên li Mêrdînê hatine desteser kirin, dema protestoyên dijî qeyûm dişopandine hatine desteser kirin.

CPJ da zanîn ku wan bi e-nameyê rewşa rojnamevanan ji berpirsên Tirk pirsîye, lê ti bersiv nestandine.

Di rapora sala 2018’an ya CPJ de, Tirkîye bi girtina bi kêmî ve 68 rojnamevanan, bo rojnamevanan bûbû ‘’welatê herî xirab’’