Dayika Rojnamevan Silêman Ahmed Daxwaza Berdana Kurê Xwe Dike

Pirsa girtina ronjnemevanê Ajansa Roj News Silêman Ahmed ji alîyê hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê li Kurdistana Sûrîyê bûye rojeva bîragiştî.

Malbata Silêman Ahmed ji sala 2018’an vir ve ji Efrînê derbiderî Taxa Şêxmeqsûd ya Helebê bûye.

Dayika Silêman, Sultan Ahmed bi rêka Dengê Amerîka berdana kurê xwe kir û got ku ew dixwaze dengê lawê xwe bike.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) Çarşemê bang li karbidestên Kurdistana Îraqê kiribû ku cîhê rojnamevanê Sûrî Silêman Mihemed Ahmed demûdest eşkere bike û wî berde.

Yekîtîya Ragihandina Azad (YRA) ku Silêman Ahmed jî endamê wê ye, bi daxuyanîyekê girtina Ahmed şermezar kir û berdana wî xwest.

Endama Desteya Rêvebir ya YRA, Canê Xemgîn got ku wan pêwendî ligel serokê Sendîkaya Rojnemevan ya Herêma Kurdistana Îraqê kir û daxwaza destwerdanê kir.

Xemgîn bang li hemî dezgeh û sazîyên parastina rojnamevanan kir ku dengê li hemberî girtina Silêman Ahmed bilin bikin.

Li gor ajansa Roj News, Ahmed di 1’ê Cotmehê de ji Herêma Kurdistanê çûbû Rojava ku serdana malbata xwe bike û piştî vegera Herêma Kurdistanê, ew di 25’ê mehê de ji alîyê Asayîşa Duhokê ve hatiye binçav kirin.

“Piştî hefteyekê ji binçavkirina Ahmed, Asayîşa Duhokê bi daxuyanîyekê ragihand ku ti pêwendîya kesê girtî bi rojnamevanîyê tuneye û gefa cezakirina li wî xwarin,” Roj News bi berdewamî got.

Hevkarê Silêman di ajansa Roj Newsê Merwan Ozdemîr ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku îdiayên girtina wî ji alîyê hêzên ewlekarîya Herêma Kurdistana Îraqê ne rast in û girtina hevkarê wan neqanûnî ye.

Hevalên Ahmed û malbata wî daxuyanîya Asayîşa Duhokê red dikin û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku wî azad bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_11_26_2023_Sileman_Ahmed