CPJ Dibêje Guhdar Zêbarî Hîn jî Rûbirûyê Gefan Dibe

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku rojnamevanê Kurd Guhdar Zêbarî ji zindanê derketîye, lê gefên dijî wî her didomin.

CPJ, hevpeyîna ku bi Zebarî re kirîye, weşand ku rojnamevanê Krud tê de qala jîyana xwe ya li zindanê û dervayê zindanê dike.

Zebarî bi bîr tine ku dadgehkirina wî ya li ser sûcên dijî dewletê, li ser delîlên şêlî û çêkirî hat meşandin, lê ji wî re nehat eşkere kirin ku ew bi çi tawanan re rûbirû ye.

“Li welatekî demokratîk, desthilatdar berî girtina mirovan delîlan dicivînin, lê di derbarê me de berevajîya wê çêbû. Pêşî em girtin û piştre li telefon û dosyayên me yên şexsî gerîyan da ku delîlan peyda bikin. Ew îdia dikin ku qanûn, welat, netew û her tişt ew in. Ku hun sîstemê rexne bikin, we bi dijberîya welat, hiqûq û dadgehê tawanbar dikin.Me tenê hin kesên di nava hikûmetê de rexne dikirin, ne hemî herêmê. Gelek kes piştgirî dan me û heta li girtîgehê jî hin kesên ji Partîya Demokrat a Kurdistanê peyam ji min û malbata min re şandin. Ev nîşan dide ku em li ser ewlehîya netewî ne gef in. Lê, ew xwe wekî nûnerên tevahîya gel dibînin. Xencî kesekî, ew jî serokwezîr bû, hemî partîyên sîyasî piştgirî dan me. Û ew jî nîşan dide ku girtina me dozeke şexsî bû.”

Wek bersîva pirsa ku li zindanê reftarên çawa li te hate kirin, Zêbarî dibêje ku wî di destpêkê de 62 roj li hucreya tekakesî de ma ku ew dema herî xirab ya jîyana wî bû.

“Dûre, ez birim hucreyeke biçûk ya bi dirêjîya 6 û firêhîya wê 4,5 metre ku tê de 150 kes hebûn, carna jî hîn pirtir. Ew der ewqas şênîbar (qerebalix) bû ku nefeskişandin û raketin dijwar bû û hebûna gelek kes cixarekêşan rewşê xirabtir dir. Piştî Berfanbara 2021ê ez ji girtîgeheke li Hewlêrê hatim veguhestin ku ji cîhên berê baştir bû, lê dîsa jî gelek êşkenceyên derûnî li ser min hebûn. Destûr ji me re nedihat dayîn ku em tiştekî bixwînin û ew biryar tenê jibo me hebû.”

Wek bersîva pirsa CPJ ya rojên azad yên piştî derketina ji girtîgehê, Zêbarî dibêje ku ji roja berdana wî heta niha her şev kesên nas û nenas malbata wî tehdît dikin.

“Ev kes îdia dikin ku ez di axaftinên xwe nava civakê de pir bi tûjî û eşkereyî rexneyan dikim. Ew ji malbata min dixwazin ku min qane bikin ku dijî hikûmet û Partîya Demokrata Kurdistanê neaxifim.

“Di roja yekê ya piştî derketina ji zindanê, min preskonferansek li dar xistibû û Mesrûr Barzanî bi tundî rexne kiribû û reftarên hikûmetê wek “otorîterîzma tund” bi nav kiribû û dîyar kir ku bajarê min Akrê di bin kontrola PDKê de ye. Hevalekî min ez agahdar kirim ku sazîya ewlekarîyê jibo gotinên min civînek çêkiriye. hevdîtinek pêk anî. Serokê wê sazîyê ferman daye tîma xwe ku jibo min "xeteke sor" xêz bikin.

Min ev gef cidî negirtibû, lê paşê pismamên min jî ji min re got ku serokê Asayîşê li Akrê gotiye ku axaftina min pir tund bû û divê ez hesabê wê bidim. Ez niha li yek ji gundên derdora bajarê Akrê dijîm. Muxtarê gund telefona bavê min kir û peyama serokê eşîra Zêbarî, Riza Zêbarî gîhand ku gotiye bila wiha nepeyîve, ji malê dernekeve û bi kanalên televîzyonê re neaxife û bê deng bimîne."

CPJ ji zarê Zêbarî radigihîne ku li Kurdistana Îraqê ti garantîya ewlehîya jîyana tuneye û ew rûbirûyê gefên berdewam e û di rewşeke nezelal de dijî.

“Nizanim ezê sibe li vir bim yan na. Rastîya rojnamevanên li Kurdistanê ev e. Ev, mîna rêwîtîyeke li ser zevîyekî mayinkirî bi talûke ye û meriv nizane kengî wê peqîn çêbe.”

CPJ di dawîya hevpeyvînê de bal dikşîne ku hewilên wê yên wergirtina bersîvekê serketî nebûye û ne Kordînatorê Berevankarîya Navnetewî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, ne berdevkê Asayîşa Hewlêrê, Aştî Mecîd û ne jî berdevkê Partîya Demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed bersîva wê nedaye.