Li Hîndistanê Mirin û Pêketinên ji Korona Pirtir Dibin

Hîndistanê îro Înê ragihand ku di 24 seatên dawî de 740 kesên d ji korona mirin û hejmara giştî ya mirinên ji wê vîrusê jî ji 30,000'an derbaz kir.

Hîndistan niha li seranser cîhanê welatê şeşan e ku herî zêde mirinên COVID-19 li wê derê tên dîtin.

Wezareta Saxlemî ya Hîndistanê îro da zanîn ku 740 mirinên nû jiber COVID-19 çêbûn û hejmara gişrî jî bû 30,601.

Li gor daneyên Zanîngeha Johns Hopkins, tevahîya mirinên Hîndistanê ji ya Fransayê derbaz bûye.

Hîndistanê 49.310 pêketîyên nû jî tomar kirine û hejmara giştî ya tûşbûnan jî giheştiye 1,287,945an.

Bi van amprên nû, Hîndistan piştî Amerîka û Brezîlyayê dine welatê sêyan ku herî pir pêketin li wê derê çêbûne.

Di wê dema ku hejmara pêketîyan bilind dibe, Wezareta Navxweyî ji hemû ofîsên hikûmetê, eyalet û karbidestan xwest ku jibo şahîya Roja Serxwebûnê ya 15’ê Tebaxê necivin.