Cûreyeke Nû ya COVID-19 Dibe Sedema Qedexeyên Nû yên Rêwîtîyê

Dîmeneke ji balafirgeha Heathrow ya London,Brîtanya (Arşîv)

Welatên cîhanê îro Înîyê bo cûreyeke nû ya vîrusa korona ya ku li Afrîqaya Başûr hate dîtin, demûdest tedbîr û pîvanên xurt ragihandin.

Welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) û Brîtanya jî di nav de gelek welatan kontrolên ser sînor tundtir dikin, di vê demê de ku zanyar hewl didin hêza vê vîrusê hîn bin.

Brîtanya firînên ji Afrîqaya Başûr qedexe kir û welatên cîran ji rêwîyên ku ji wir vedigerin, karantîna xwest.

Ajansa Ewlekarîya Saxlemîyê ya Brîtanya dîyar kir ku cûreya nû bi rengekî berbiçav ji vîrusa korona ya orjnal ku vaksînên COVID-19 li ser bingeha wê hatine çêkirin, cûda ye.

Hevdem, ajansê ragihand ku cûdabûna cûreya nû ya vîrusê ser bandor û hêza vaksînên heyî, tirs û fîkaran zêde dike.

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen jî got ku YE armanc dike ku rêwîtiya esmanî ya ji herêmê rawestîne.

Christian Lindmeier, berdevikê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) da zanîn ku WHO li Cenevreyê bi pisporan re, ser xeterîyên cûreya nû ya bi navê B.1.1.529 nîqaş kiriye.

Piştî civînê, WHO'yê jibo niha ser tedbîr û pîvanên bilez yên bo rêwîtîyê hişyarî da.

" Di wê qonaxê de karanîna qedexeyên rêwîtîyê ne biryareke di cîh de ye. WHO pêşnîyar dike ku welat bo ragihandina qedexe û tedbîran bingeha xeterîyê û zanistî bişopînin," Lindmeier got.

Li Afrîqaya Başûr, dê roja Yekşemê Konseya Rêvebirîya Neteweyî ya Vîrusa Korona bicive.

Wezareta karên derve jî ragihand ku ewê îro bi karbidestên Brîtanî re biaxide da ku ew qedexe û tedbîrên hatine dîyar kirin jinûve binirxînin.

Tevî ku zanyar hîn jî ser cûreya ni xebatên xwe didomînin, lê jiber fîkarên ku ewê qedexeyên nû ewê aborîyên jixwe hilweşandî yên li seranserê başûrê Afrîqayê, bazarên neteweyî û petrolê tevlîhev kir.