Hikûmeta Kosta Rîka ragihand ku di encama ketina firokekê de 10 hemwelatîyên Amerîkî û 2 pîlotên xwecîhî hatine kuştin.
Karbidestên Kosta Rîkoyî ragihand ku firok li nêzî devereke çîyayî ya bajarokê Punta Islita ya navenda turîstîk, ku 230 km rojavayê payaxt San Jose ye, ket xwarê.
Dîrektorê ajansa esmangerî Enio Cubillo ji Reutersê re ragihad ku firoka Cessna 208B Grand Caravan, end deqe piştî bilind bûnê, kete erdê û heta niha jî sedema wê yekê naye zanîn.
Karbidestekî Wezareta Derve yê Amerîkî piştrast kir ku jimareke hemwelatîyên Amerîkî di rûdanê de hatine kuştin, lê jiber rêzgirtina malbatana ewê navê qurbanîyan eşkere neke.
Punta Islita ku li perava Pasîfîk ya Kosta Rîka ye û jiber plajên paqij û xwezaya bedew, cîhekî hezkirî yê turîstên Amerîkaya Bakur û Ewrupî ye.