Rêxistina Saxlemî ya Cîhanî (WHO) dibêje hejmara pêketinên COVID-19 yên ku li seranserî cîhanê hatine tomar kirin li gor hefteya borî ji sedî 11 zêde bûye, û zêdebûna pêketinan herî zêde li parzemînên Amerîka hatiye dîtin.
Ji Cotmehê û vir ve zêdebûna pêketîyan gav bi gav derketîye holê.
Ajansa tenduristiyê ya Neteweyên Yekbûyî, di raporta xwe ya heftane ya epîdemîolojîk de ku derengiya Sêşemê hate weşandin got ku li seranserê cîhanê di navbera 20-26 Kanûna Pêşîn de nêzîkî 4.99 mîlyon pêketinên nû hatine ragihandin.
Ewrupa bi 2.84 mîlyonî zêdetirî pêketinan, nîvîya pêketinên cîhanî tomar kirîye.
WHO got ku dozên nû li parzemînên Amerîka ji %39 zêde bûne û gihîştiye nêzîkê 1.48 mîlyon. Li Amerîka tenê zêdetirî 1.18 mîlyon pêketin hatîne dîtin.