Cîhan Berdewam e di Pîvanên Rêgirtina li Belevbûna Vayrusa Korona de

Frensa û Spanya tevlî Îtlaya bûn di sepandina girtina cihan de li dehan milyon kes, Australya fermana xweveqetandinê da her rêwîyekî biyanî, û Argentîn û el Salvador qedexekirina derbasbûnê dirêj kir, ji bo rêgirtina li belavbûna vayrusa korona li seranserî cîhanê.

Tirsa ji vayrusê hîşt ku xelk li Australya û Amerîka û Brîtanya bi awakî bê hempa kelûpelan bikirin û serkirde bang li xelkê bikin ku hinekî aram bibin li dor vê vayrusa ku ta niha 138,000 kes li cîhanê pê ketine û bêhtirî 5,000 kes jiyana xwe jidest dane.

Gelek welatan kombûnên mezin qedexe kirin û boneyên werzişî, çandî, û ayînî jinav birin, di demekê de ku şarezayên saxlemiyê daxwaz ji xelkê kir ku pêwendiyên xwe bi hev re kêm bikin.

Vatîkanê îro Yekşemê got dê hemî xizmetên Pope Francis ên Easter ên meha pêş bê amadebûn werin kirin, ku tê gotin yekem car e di serdema nûjen de wiha dibe.

Serokwezîrê Australya Scott Morrison got ji nîvê şeva Yekşemê ve hemî rêwiyên navnetewî yên ku digihin welêt, dê xwe 14 rojan veqetînin û gemiyên geştiyarî yên biyanî dê bo 30 rojî bêne qedexekirin.

Spain Virus Outbreak

Spanya îro Yekşemê 47 milyon welatiyên xwe xistin bin girtina hin cihan û rewşa tengaviyan bo 15 rojan ragihand. Spanya ta niha 6,250 keys tomar kirine û 192 kes mirine.

Frensa dê îro Yekşemê firoşgeh, xwaringeh û cihên demborînê bigre û daxwaz ji 67 milyon welatiyên xwe kiriye ku li malên xwe bimînin, piştî ku belavbûna vayrusê di 72 demjimêrên borî de li wir duqat bû.

Serokwezîrê Frensa Edouard Philippe got hikûmetê ti bijarên din nînin, piştî ku nêzîkî 4,500 kes nexweş ketin û 91 kes mirin.