Karbidestên tenduristiyê li Guatemalayê dibêjin wexta bikaranîna zêdetirî yek mîlyon derzîyên vaksîna vîsrûsa korona ya Rûsî ya Sputnik bi dawî bûye , ji ber ku kesî nexwest ku derzîyê wergire.
Francisco Coma, wezîrê tenduristiyê yê welêt, Duşemê got ku xelkê Guatamalayê bi gelemperî li vaksînlêdan red kirine û hejmara kesen nevaksînkirî bilind e.
Tenê ji 43% ji 12.6 mîlyon welatîyên Guatemala ji 11 salî mezintir bi tevahî vaksîn lê danê, li welatek ku hejmara giştî 17 mîlyon e.
Hêjayî gotinê ye ku hîn ne diyar e xelk guman derbarê vaksîna Rûsî hebûn, an ew ne amade bûn ku vaksînekê werbigirin.
Coma got, "Me hewl da ku em hemî vaksînan ji kompanîyan cûda bo xelkê peyda bikin. Mixabin, di nav gel de redkirina vaksînlêdanê heye."
Coma dîyar kir ku vaksînên nehatine bikaranîn bi qasî 11 mîlyon dolar zirar li hikûmetê kiriye.
1,7 mîlyon dozên din yên doza Sputnikê ya duyemîn, ku ji ya yekem cûda ye, dê di meha Adarê de biqedin.