Li Colemêrgê 18 Herem Wek Cîhên Qedexe Hatin Ragihandin

Colemêrg

Walîtîya Colemêrgê (Hekarî) 18 deverên bajêr, heya dawîya sala 2021’an wek herêmên ewlehîyê yên taybet dîyar kir.

Li gor biryarê ketin û derketina van hereman hate qedexe kirin.

Walîtîyê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku wan jiber çalakîyên herî dawî yên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) qedexeya 18 hereman ragihandiye.

Li gor bîryarê, êdî rûniştvan nikarin bê îzna walîtîyê derbazî wan deveran bibin.

“Rewşa rûniştvanên me, jiber çalakîyên terorî di alîyê civakî û aborî de xirabe û nekarînê mafên xwe yên geştê bikar bînin. Em bo parastina mal û canê rûniştvanan li navenda bajêr û bajarokên Şemzînan, Çel, Gever û Rubarokê heremên ewlehîyê yên taybet radigihînin.” Walîtîya Colemêrgê got.

Tayyup Canan Serokê Komela Mafê Mirovan (IHD) yê şaxa Colemêrgê dide zanîn ku bi ragihandina qedexeyan mafên rûniştvanên tê binpê kirin.

“Em vê bîryarê xelet û keyfî dibînin. Rûniştvan jiber ragihandina qedexeyan nikarin pêz xwe bibin zoman û debara xwe bikin. Ev jî yek ser dibe sedema binpêkirina mafê jîyana rûniştvanan.”

Walîtîya Colemêrgê herwiha ji 2016’an vir ve her 15 rojan carekê qedexeya xwepêşandan û daxuyanî jî radigihîne.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_22_01_21_18 Heremên_Qedexe