Colemêrgî Wê Piştî 8 Salan Bajarvanên Xwe Hilbijêrin

Bajarvanîya Colemêrgê (Hekarî) ev nêzî 8 sal e, di bin rêvebirîya qayum an ku walî de ye. Çavlirê ye ku di hilbijartina 31ê vê mehê de hilbijêr şaredarên xwe yên nû dîyar bikin.

Bajarê Colemêrgê ku wek bajarê Kurdan tê zanînm, du partîyên serekî hene. Yêk ji wan Partîya Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) ye, ya din jî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ye.

DEM Partî bi rêya pêşhilbijartinê wek namzetên hevşaredarîya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û Vîyan Tekçe dîyar kir. AKPê jî bi bîryara Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan, Îsmet Olmez wek namzetê xwe dîyar kir.

Akiş ji Dengê Amerîka re got ku bajarê wan bi salen e di bin rêvebirîya qayum de ye û ev jî tê wateya ku desthilat vîna gelê Kurd qebul nake.

“Emê bajarê xwe careke din hildindest û pergalek demokratîk ava bikin. Emê hemî şewazên antî demokratîk ên qayum paqij bikin. Emê sîstemek demokratîk ava bikin ku hemî civak wekhev bêje: ev şaredarî ya min e û di nav de nasnameya min, zimanê min û dîroka min heye.”

Akiş dibêje ku hejmarek zêde şûnwarên dîrokî yên bajarê Colemêrgê di bin destê hêzên ewlekarîyê de ne û ewê wek projeyek wan cîhên bi qîmet ji destê hêzên ewlekarîyê wergirin û biparêzin.

Akiş bi bîr xist ku di van demên dawî de hejmarek zêde erdhej li bajarê Colemêrgê pêk tên û ewê di serî de li hember erdhejan û bo çareserkirina pirgirêkên bajêr projeyên pêk bînin.

Ji alîyê din ve namzetê AKPê yê Colemêrgê Olmez ku ew di hemen demî de karsaz e, dibêje ku ewê tiştên herî baş bo bajêr bike.

“Bi taybet ezê bo ciwanên bajêr ku pêşeroja me ne, emê wek malbat wakfekê ava bikin û hemî pêdîvîyên ciwanan û êtîman bi cîh bînin. Ez dixwazim bo Colemêrgê xizmetê bikim û ti tiştê baş hebe pêk bînim.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku di hilbijartina 2014an de Partîya Aşîtî û Demokrasîyê (BDP) 66 ji sedî deng wergirtibû û Dilek Hatipoglu û Nurulah Çîftçî wek hevşaredar hatibûn hilbijartin. AKPê jî 26 ji sedî deng wergirtibû û bûbû partîya duyê.

Hatîpoglu û Çîftçî bi îdiaya “Xirabkirina yekîtî û hevgirtina dewletê” hatibûn zîndan kirin û li şûna wan ji alîyê wezareta karên navxweyî ve walî wek qayum hatibû dîyar kirin.

Di hilbijartinên 2019’an de BDP bin navê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ket hilbijartinê û 59 ji sedî deng wergirt û wek hevşaredar Cihan Karaman û Humeyra Armut hatibûn hilbijartin. Di wê hilbijartinên de AKPê jî 33 ji sedî deng wergirtibû.

Dîsa di heman salê de hevşaredar Karaman bi îdiaya “endamtîya rêxistina çektarî” hat girtin û li şûna hevşaredaran ji alîyê wezareta karen nevxweyî ve qayum hatibû dîyar kirin. HDP, wê di hilbijartina 31ê Adarê de bin navê DEM Partîyê de dikeve hilbijartinê.

Ji hilbijartinên 2019’an vir ve bo 48 şaredarîyên HDPê û şaredarek Partîya Komarî a Gel (CHP) qayum hatine dîyar kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_03_06_2024 _Colemerg