Desthilata Nû Ya Sûriyê Esaad El Şeybanî Wek Wezîrê Derve Radigihîne

Abu Mohammed El Colani li Mizgefteke Şamê gotara Olî pêşkeşî girseyê dike

Roja Şemiyê Ajansa Nûçeyan a dewleta Sûrî (SANA) radigihîne ku desthilatdarên nû yên Sûriyê Esaad Hesen El Şeybanî wek wezîrê derve destnîşan dikin.

Medya Erebî radigihîne ku Fermandeya Giştî ya Operasyonên Leşkerî li Sûriyê îro Şemiyê Esaad Hesen El Şeybanî di hikûmeta nû de ji bo Wezareta Derve erkdar kir.

Di vê dawiyê de, desthilatdarên Sûriyê yên nû çendîn kes bo postên sereke destnîşan kirin, ku herî dawî serkirdeyê Eniya El Şam'ye, Ezzam Xerîb yê naskirî bi nasnavê "Ebû El Izz Seraqib" wek parêzgarê Helebê hatîye wezîfedar kirin.

Li gorî malpera "El-Ma'rîfa" El Şeybanî bi gelek navan tê naskirin, ji wan; "Zeyîd El-E'tar, Hussam El-Şaf'iî û Ebû Ayîşe" dihat naskirin. Ev nasnavên wî bûn dema ku ew Rêveberê Siyasî yê Heyet Tehrîr El-Şam (berê Eniya El-Nusra) bû, ku ji 9ê Kanûna Paşiyê ya 2024'an ve piraniya Sûriyê weke desthilateke defakto kontrol kiriye.

El Şeybanî ji damezrînerên Eniya El-Nusra ye, tevî Ebû Mihemed El Colan, ew ji gundê Ebû Rasîn li gundewarê Hesekê ye, çendîn nasnavên cuda yên weke Abu Ayîş û Hussam El Şaf'iî hebûn ku her hemî jî navên nepenî yên heman kesî bûn.

Wî wek berpirsê medyaya navendî ya Eniya El-Nusra kar dikir û serpereştiya peyamên di navbera Colanî û yekem emîrên wan yên di nav DAIŞ û El-Qaîde de dikir.

El Şeybanî wek kesekê nêzîkî Ehmed El-Şeraa (Abu Mohamed El Colanî) ye ku di lîsta terorê yê Amerîka de ye.

Amerîka 10 mîlyon dolar terxan kirbûn weke xelat jibo girtin û dîtina El Colanî, lê dema roja Înê 19ê mehê ku şanda Amerîkî li Şamê bi wî re rûnişt, biryara pereyê xelatkirina dîtina Colanî hat hilandin.

Jêder: Reuters/Medya Erebî