Malbatên 13 Kesên ku li Cizîrê Hatin Kuştin Wê Serî li ECHR Bidin

Dimenek ji Cizîrê, roja ku qedexeya derketina derve ji hêla dewleta Tirkîyê ve, hat dawî kirin, 2 Adar, 2016.

Parêzer Huseyîn Tül îro Çarşemê ragihand ku wê bo 13 kesên ku di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyanên xwe ji dest dane serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) bidin.

Tül dîyar kir ku Dadgeha Qanûna Bingehîn bo 13 kesan biryara "mafê jiyanê nehatiye binpêkirin," daye û loma ji wek parêzerên dozen wan kesan serî li ECHR’ê bidin.

Hikûmeta Tirkîyê di 14’ê Rebendana 2015’an de jiber alozîya çedar li navçeya Cizîrê qedexeya derketina derve ragihand ku 79 rojan berdewam kir. Di nava wê demê de bi giştî 288 kes hatin kuştin.

Piştî dawîbûna gedexeya li Cizîrê, malbatên ku xizmên wan hatine kuştin, bo dîyarbûn û darizandina kujeran, yan bi kesane yan bi komî serî li dadgehên heremî û neteweyî yên Tirkîyê xistin.

Serlêdanên malbatan li dadgehên herêmî bi sedama ku "pêdivîya lêpirsînê tuneye," hatin redkirin. Daxwazên pedaçûnê yên dijî wan biryarên redkirinê jî, nehatin qebûl kirin û bêencam man.

Li Tirkîyê Dadgeha Qanûna Bingehîn asta herî bilind û dawîn ya hiqûqê ye.
Malbatan wek gava dawî, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê jî dan. Lê, piştî 8 salan di 2023’an de Dadgehê serlêdanên malbatan yek bi yek red kir û vegerand.

Tül ku yek ji parêzerên malbatan e û endamê Komelaya Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) e ji Ajansa Mezoptamya re, pêvajoya hiqûqî ya dozen Cizîrê nirxand.

"Me wek parêzerên malbatên kesên ku di dema qedexeyên derketina derve de hatin kuştin, jiber binpekirinên "azadî û ewlehîya kesane", "qedexeya muameleya xerab", "Mafê rêzgirtina jiyana taybet û malbatê" û "binpêkirina azadiya olî û wijdanê" serî li AYM dabûn," wî got.

Wî eşkere kir ku piştî biryarên AYM’ê yên nepenî, wan jixwe jibo 6 kesaa serî li ECHR’ê dabûn.

“AYM biryar da ku ti mafên destûrî nehatine binpêkirin. ECHR’ê da. Niha jî em amdekarîyan didomînin ku bo 13 kesên din jî pêyvajoya serlêdanê bidin destpê kirin, “ Tül got.

Endamê OHD’ ê Tül biryarên AYM’ê wek dûrî qanûnîbûn û dijî mafên mirovan pênase kir.

“Di van dozan de warê siyasî serdest e. Dema em li rewakirina biryaran dinêrin, dîyar dibe ku îdiayên serlêderan nayên nirxandin, lê îdiayên dewletê jî wek bingeh têne girtin. Loma kesên ku bûne sedema binpêkirinên giran yên mafên mirovan bêceza dimînin,” wî got.

Jêder: Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamya