Civîna Lijneya Giştî ya Kongeray Civaka Demokratîk li Dîyarbekirê

Civîna Lijneya Giştî ya Kongeray Civaka Demokratîk li Dîyarbekirê

Civîna heyama navbere ya Lijneya Giştî ya Kongeray Civaka Demokratîk KCD, bi beşdarîya 698 nûnerên rêxistinên civakî yên herêmê, di 27- 28 ‘ê Sibatê de, li Dîyarbekirê pêk hat. Di civînê de mijarên “Rewşa Dîyalogê bi Abdullah Ocalan re, Pêvajoya Bêçalaktîyê, Hilbijartinên Giştî, Xweserîya Demokratîk û Qanûna Bingehîn ya Netewa Demokratîk, Xebat û Nîqaşên ser Kampeyna Duzimanî, Doza KCK ya Sîyasetvanên Kurd, Eşkerekirina Rastîyan û Gorên Komî, Rojhilata Navîn de Şoreşên Gel” hatin nîrxandin.

Encamnameya civînê ji alîyê hevseroka BDP Aysel Tugluk ve hat xwendin. Aysel Tugluk balê kişand ser daxûyanîya KCK ya ku ji bo bêçalaktîyê dabûn. Hawê ku tê zanîn KCK di 31 Cotmehê de biryara bêçalaktîyê dabûn heta hilbijartinên giştî yên ku di 12 meha 6’ê de werin kirin. Aysel Tugluk bi bîr xist ku KCK, li gor rewşa sîyasî dê di meha Adarê da careke din vê biryarê binirxîne. Hevseroka DTK destnîşan kir ku him ew him jî rêxistinên sivîl ji bo ku bêçalaktî pêk were, bang li dewletê û PKK kiribûn. Tugluk dîyar kir ku Hikumeta AKP’ê ji bo pengava aşitîyê bidome tu gavan navêje heta ku, li ser kurdan û rêxistinên wan ve tu êrîş namîne ku dikin. Tuğluk got ne ji bo doza girtina sîyasetvanên kurdan, ne jî hewildanên ji bo perwerdehîya Kurdî de, tû geşedanên şênber yên ku ji bo çareserîyê hêvî bide kurdan, pêk nehatin. Aysel Tugluk destnîşan kir ku tevgera leşkerî ya li herêmê û projeya avakirina artêşeka taybet, nîşan dide ku hikumet ji bo aşitîyê ne ji dil e.

Hevseroka BDP dîyar kir ku di xwepêşandanên ku bi armanca dexwazên demokratîk tên li darxistin, gelê kurd her carê rastê tûndûtûjîyê û êrîşan tên. Tugluk dîyar kir ku benda jî % 10 ya li pêşîya partîyên sîyasî hê jî nehatîye daxistin ku ev bixwe astengîyeka herî mezin e ji bo temsîlîyeta demokrasîyê.

Aysel Tugluk da zanîn ku di çarçoveya van geşedanan êdî ew rû di wan de nemaye ku ji bo bêçalaktîyê careke din bang li KCK bikin. Tuglu da zanîn ku Kongeraya Civaka Demokratîk bang li AKP kiribûn ku “dîyalogên” bi Abdullah Ocalan re vegûyherînin “pengava muzakere û protokolê”. Tugluk got ji bo ku serokê PKK zêdetir tevlê prosesa aşitîyê bibe, divê şertên girtina wî ya li îmarlîyê vegûgerînin şertên hepsa malê. Herwwiha divê bingeha hevdîtinên an peywendîyên wi yen bi KCK û sîyaetvanên kurdan re jî were amade kirin.

Aysel Tugluk destnîşan kir ku di ji bo li Tirîyeyê demokrasî bi pêş bikeve, divê statuya gelê kurd ya “Xweserîya Demokratîk” were naskirin. Tugluk da zanîn ku ji bo ku ev dexwaz pêk were, ewê bi gelê kurd re gav bi gav vê armancê biristin.

BDP di 12 Hezîranê da, bi namzetên serbixwe dê bikevin hilbijartinê. Aysel Tugluk da zanîn ku ne AKP ne jî partîyên opozîsyonê ji bo çareserîya pirsgirêka Kurd û ji bo pirsgirêkên dinê ne xwedîyên tû plan û bernameyekî ne. Tugluk got jiber hindê KCD dê di hilbijartinên giştî de bi her awyî dê piştgirîya BDP bike.

Hevseroka DTk ji bo Gorên Komî jî got “ em helwesta hikumetê ya li hemberê vê mijarê şermezar dikin. Ev gor encama şerê 30 salan in. Em bang li gelê xwe û li raya giştî ya demokratîk dikin da ku ser van meselyan bisekinin û neheqîyên ku pêk hatine werin eşkere kirin.”

Hevseroka KCD'ê bal kişand ser tevgerên ku li Rojhilata Navîn pêktên û wiha got: " Kongerya me tevgerên demokratîk yên gelan ku li hemberê rejîmên dîktatorî û kapîtalizma cîhanî derketîye, silav dike. Me di vê çarçoveyê da reşwa Tirkîyeyê nirxand û em gihîştin wê encamê ku dexwazên gelê kurd yên ji bo edalet û azadîyê ne, divê were dîtin û divê dev ji helwesta “ Piştgirîya yên li derve bike lê ên hundir bieciqîne” berdin.

Hevseroka DTK balê da ser xwepêşandanên li Herêma Kurdîstanê jî û got rêvebirîya herêmê divê xwenîşandanên demokratîk yên gel mikûr bê û divê reformên demokratîk û rêvebirîyeka vekirî pêk bînin.

Tugluk destnîşan kir ku di çarçoveya geşedanên cîhanê û yên herêmê de tê dîtin ku yekîtîya neteweyî gelek girîng e. Jiber hindê ji bo stratejîya demokratîk ya netewî were dîyarkirin, divê kongerya Netewîyî were li darxistin.

Tugluk ji bo rewşenbîr û hunermendan jî bang kir da ku di refên DTK de cîh bigrîn û weha dewam kir “em di proseseka hesas de derabas dibin, divê hunermend, rewşenbîr û sîyasetvanên kurd bi berpirsîyarîya wîjdanî ya vê prosesê tevbigerin û bi berbayê polîtîkayên AKP yên xapînok nekevin.”

Tugluk da zanîn ku ewê pişgirîyê bidin kampeyna Tevgera Jina Azad ya “ Qirkirina jinê ra Na! Herwiha Hevseroka DTK destnîşan kir ew hêvîdarin ku Newroza 2011 dê bibe Newroza Azadîyê.

Aysel Tugluk di dawîya daxûyanîyê da destnîşan kir ku tu, rewşa ku kurd tê de ne, hatîye astekî, ku indî tehamûla wan nemaye. Tugluk got “ em bang li gelê xwe dikin da ku bi li ser esasê berxwedana demokratîk û bi rihê seferberîyê pengava nû pêşwazî bikin. Sîyaseta gel ya çareserîyê, dê bi ser bikeve.”