Civata Nûneran Pêşnîyara Paketa Qanûna Lêçûnên Civakî Pejirand

Kongresa Amerîka

Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka îro Înîyê pêşnîyara qanûna lêçûnên civakî ya bi 1.7 trîlyon dolarî ya Serok Joe Biden pejirand.

Di pêşnîyara qanûnê de xalên bo piştgirîya wek mijarên lênêrîna zarokan û guherîna jingehê hene.

Pêşnîyar di Civata Nûneran ya di bin kontrola Demokratan de ye, piştî dij sekina Komarîyan ya tund, bi ferqekî pir kêm hate qebûl kirin.

Di dengdana Civatê de, pêşnîyar bi 220 dengên beramber 213 dengan pejirand.

Pêşnîyar lêçûnên civakî dikare di demeke nêzîk de ji Civata Senatoran derbaz bibe.

Di Civata Senatoran de jibo ku pêşnîyar di pêvajoya lihevkirina budçeyê de, derbaz bibe tenê pêdivîye ku piranîyekî Demokratan ya 50 dengan û her wiha dengê cîgira serok Kamala Harris hebe.

Pakêta lêçûnê û qanûna binesazîya - du ji pêşengên qanûnî yên sereke yên Biden - jiber lihevnekirinên di nav Demokratên navendî û pêşketî de li Kongresê mabûn.

Di dawîyê de, Civata Nûneran qanûna binesazîyê pejirand û Biden vê hefteyê ew qanûn îmza kir.