Civata Ewlekariyê jibo Gihandina Alîkariyê bo Gazayê Deng Da

Cicata Ewlekariyê ya Netewên yekbûyî li New York

Civata Ewlekarîya Netewên Yekbûyî (NY) îro Înê biryarek pejirand jibo zêdekirina alîkariyên mirovî bo Kerta Gazayê.

Civatê banga gavên lezgîn jibo "avakirina şert û mercên bo rawestandina domdar ya şer kir." Amerîka û Rûsya bo dengdanê bê alî man.

Ev yek hat piştî hefteyekê ji paşxistina dengdanê û danûstandinên tund jibo gihiştina rêkeftinekê û hewil hatin dan ku Amerîka li dijî biryarê mafê vetoyê bikar neyîne.

Di nav hêrsa cîhanî de ji ber zêdebûna hejmara kuştiyan li Gazayê piştî şerê 11 hefteyî di navbera Îsraîl û Hamasê de û xirabtirbûna rewşa mirovî li herêmên Filistînîyan, Amerîka xwe ji dengdanê dûrxist da ku rê bide Civatê ku pêşniyara ku Mîrgehên Erebî (Îmarat) amade kirî were pejirandin.

Amerîka endameke herdemî ya Civata Ewlekarîyê ye û dikare mafê vetoyê li hember her bernivîsekê bikar bîne.

Riyad Mansûr, Balyozê Filistînî li NY, got, "Ev biryar gavek di rêyeke rast de ye. Divê ev biryar bê bicihkirin û jibo agirbesteke lezgîn givaştineke mezin bê kirin," Wî got.

Jêder: Reuters