Endamên Civata Ewlekarî ya NY'ê Êrîşên li Îraqê Şermezar Dikin

Endamên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşên terorî yên dawî yên li Îraqê şermezar kirin.

Roja Sêşemê li Basra êrîşeke terorî çêbûbû û di encama wê de bi kêmî ve 4 kes hatibûn kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûbûn.

Endamên Civata Ewlekarî ya NY’ê êrîşa li bakurê Îraqê yê 3’yê Berfanbarê jî şermazar kirin ku di wê êrîşê de, ku Dewleta Îslamî berpirsîya wê girtibû ser xwe, bi kêmî ve 13 kes hatibûn kuştin.

Wan endaman bo malbatên kuştîyan û hikûmeta Îraqê sersaxî xwestin û dan zanîn ku ew hêvî dikin ku birîndar di demeke zûtir de baştir bibin.

Endaman piştgirîya bo serxwebûn, serwerî û yekîtîya axa Îraqê careke din dubare kirin û dîyar kirin ku ew bo wî welatî alîgirê peyvajoya demokratîk in.

Endamên Civata Ewlekarî ya NY’ê bang li dewletên cîhanê kirin ku dijî terorê li gor berpirsîyên xwe tevbigerin û bi hikûmeta Îraqê re hevkarîyê bikin.

Wan endaman dîyar kirin ku hemî çalakîyên terorî armanc çi be, li kû derê be, kînga be û ji alîyê kê ve be, ferq nake sûc in û dan zanîn ku ew piştgirîya têkoşîna dijî terorîzmê dikin.