Çîn û Rûsya jî Piştgirî Dan Toleyên Dijî Koreya Bakur

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bi yekdengî toleyên nû yên dijî Koreya Bakur pejirand.

Bi toleyên nû, Civata Ewlekarî hewil dide ku rê li ber jêderên aborî yên bo bernameya navokî ya Koreya Bakur bigire.

Çîn û Rûsya jî bernivîsa ku Amerîka amade kiribû pejirand.

Li gor toleyên nû, li şûna ambargoya petrolê, dê petrola xav ya bo Koreya Bakur were sînordar kirin.

Koreya Bakur, piranîya petrolê ji Çînê distîne.

Toleyên nû, bo Pyongyangê îxracata tekstîlê, ku yek ji dahatên girîng yên Koreya Bakur e, qedexe dike.

Amerîka xwestibû ku hesabên li derveyî welêt yên Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un werin cemidandin.

Bi toleyên meha Tebaxê, ji Koreya Bakur re îxracata komirê jî hatibû qedexe kirin.

Tê texmîn kirin ku bi qedexeya îxracatê, Koreya Bakur 1 mîlyon dolar zarar kiriye.

Koreya Bakur, cara dawî, meha borî muşekeke balîstîk firandibû. Muşek di ser Japonyra çûbû û li ser behrê ketibû xwarê.

Koreya Bakur gotibû ku "ger tole werin pejirandin ewê Amerîka bedelê bide"