Komîteya Dadê ya Civata Senatoran berbijarîya Amy Coney Barrett ya bo Dadgeha Qanûna Bingehîn pejirand. Demokratan dengdana ser berbijarîya Barrett boykot kirin.
Li ber e ku dengdana ser berbijarîya Barrett ya li Civata Senatoran roja Duşemê çêbe.
Temamê 12 endamên Komarî yên komîteyê berbijarîya Amy Coney Barrett pejirandin, lê 10 endamên Demokrat jiber ku rûniştin boykot kiribûn beşdarî dengdanê nebûn.
Çaverê ye ku Civata Senatoran, ku li hember 47 kursîyan 53 kurîyên wê Komarî ne, berbijarîya Barrett ya bo Dadgeha Qanûna Bingehîn bipejirîne.
Serokê Komîteya Dadê ya Civata Senatoran Lindsey Graham dîyar kir ku boykota Demokrata ‘’tercîha wan bi xwe ye’’ û da zanîn ku ewê ‘’nehêlin ku komîsyon di destê wan keve.’’
Demokrat dibêjin ku jiber ku ji hilbijartinên 3’yê Mijdarê re demeke kin maye û ew dijî dîyarkirina endama nû ya Dadgeha Qanûna Bingehîn in.
Di sala 2016’an de, serokê wê demê Barack Obama hewil dabû bo Dadgeha Qanûna Bingehîn endamekî dîyar bike, lê Komarîyan gotibûn ku ji hilbijartinan re demeke kin maye û dijî erkdarkirinê sekinîbûn.
Endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn heta dawîya temenê xwe li ser kar dimînin.
Ger berbijarîya Barrett were pejirandin ewê li Dadgeha Qanûna Bingehîn ya bi 9 kursî, piranî bi 6 kursîyan di destê konservatîfan de be.