CISA: Ti Delîl Tuneye ku Neyar Maytekirina Hilbihartinê Kirine

Karbidestên ewlekarîya hilbijartinên Amerîka didin zanîn ku di hilbijartinan de kî bi ser keve jî ewê encam ne bi maytekirina ji derve lê bi dengên hilbijêrên Amerîkî dîyar bibe.

Serokê Sazîya Ewlekarîya Sîber û Binesazîyê ya Amerîka (CISA) Christopher Krebs bi daxuyanîyekê da zanîn ku wan li ser maytekirina ‘’dijminên bîyan’’ ti delîl nedîtiye.

‘’Ti delîlê me yê ku nîşan dide dijminekî bîyan dikare rê li ber dengdana Amerîkîyan bigire û hejmara dengan biguhere tune.’’ Krebs got.

Ji Fermandarîya Sîber ya Amerîka General Nakasone jî roja Çarşemê gotibû ku hejmartina dengan didome û tîmên wan jî dijî komên bîyan yên hewil didin maytekirinê li hilbijartinê bikin kar dikin.

Ew daxuyanîyên karbidestên ewlekarîya sîber li demeke girîng rast tên ku bo berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump û berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden dengên dawî têne hejmartin.

Tîma kempeyna Trump bo eyaleta Wisconsin banga jinûve hejmartina dengan kiribû û bo rawestandina hejmartina dengên li Pennyslvania û Michiganê jî doz vekiribû.