Çîn Naxwaze Amerîka û Taywan Danûstandinên Bazirganîyê Bikin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê da zanîn ku Çîn bi tundî dijî danûstandinên bazirganîyê yên Amerîka û Taywanê disekine.

Wezareta Bazirganî ya Çînê ser danûstandinên Amerîka û Taywanê daxuyanîyek weşand.

Li gor daxuyanîyê, Çîn dijî bazirganîya di navbera Amerîka û Taywanê de ye û dîyar dike ku ewê bo ewlekarî û serwerîya xwe hemî tedbîrên xwe bistîne.

Karbidestên Taywan û Amerîka dibêjin ku ewê bi pêngaveke nû dest bi danûstandinên bazirganîyê bikin.

Berdevika Wezareta Bazirganî ya Çînê Shu Jueting dîyar kir ku sîyaseta wan ‘’Yek Çîn’’ e û bi şertê ku Taywan li gor wê sîyasetê tevbigere, dikare bazirganîyê bike.

Taywan dîyar dike ku ew welatekî serbixwe ye û di kiryarên xwe de azad e, lê Çîn dibêje ew axa wê ye û di bin kontrola wê de ye.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi di serê vê mehê de serdana Taywanê kiribû.

Çîn ji wê serdanê vir ve li dora Taywanê hîndarîyên leşkerî didomîne.