Wezareta Berevanî ya Çînê îro Duşemê Kanada bi gurkirina girjîyê tawanbar kir.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan ya Reutersê, wezaretê daye zanîn ku firokên leşkerî yên Kanadî bi tevgerên xwe dijî ewlekarîya neteweyî ya Çînê gefan çêdikin.
Wezareta Berevanî ya Çînê da zanîn ku ew dijî wan kiryarên Kanada ne ku girjîyê gurtir dikin.
Berdevikê Wezareta Berevanî ya Çînê Wu Qian dîyar kir ku wan dijî tevgerên Kanada tedbîrên xwe sitandine û da zanîn ku ew hewil didin bi rêkên dîplomasîyê danûstandinê bikin.
Kanada hefteya borî dîyar kiribû ku Çîn rê li ber hêzên wê digire ku binpêkirinên toleyan yên Koreya Bakur bişopîne.
Karbidestên Kanadayî gotibûn ku hêzên Çînê zextê li firokên Kanada dikin ku ew rêkên xwe biguherînin.