Çîn û Brîtanya Dest bi Firînên Rastexwe Dikin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku Çîn û Brîtanya dê di navbera xwe de dest bi firînên rastexwe bikin.

Balyozxaneya Brîtanya ya li Çînê da zanîn ku berê dê firokên Çînê bi awayekî rastexwe di navbera her du dewletan de bifirin.

Xebatên bo firînên British Airways yên ber bi Çînê ve jî hîn didomin.

Çînê jiber vîrusa korona di dawîya sala 2020’an re firînên ber bi Brîtanya ve û firînên ji wî welatî ber bi Çînê ve rawestandibû.

Hêjayî bîrxistinê ye, jiber serdana Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi ya li Taywanê jî girjîya di navbera Çînê û Brîtanya de gurtir bûbû.

Welatên G7, ku Brîtanya jî di nav de ye, bang li Çînê kiribûn ku girjîya li dora Taywanê bi awayekî aştîyane çareser bike, lê Pekînê ser wê daxuyanîya hevbeş nerazîbûna xwe nîşan dabû.