Çîn Dibêje Ew jibo Çarserîya Krîza Ukrayna Piştgirî Dide Hewilên Aştîyê

Cîgirê Serokomarê Çînê Han Zheng dîyar kir ku ewê danûstandinên xwe yên din bi welatên din yên cîhanê re berfirehtir bikin.

Zheng li Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku sîyaseta wan ya derve serbixwe ye û li gor yekîtîya axê û serwerîyê tevdigere.

‘’Divê fikarên ewlekarîyê yên rêwa yên hemî dewletan werin dîtin, divê jibo yekîtîya axê û serwerîyê yên hemî dewletan rêz were girtin, divê cudabîrî, pirsgirêk bi rêkên dîyalogê bi awayekî aştîyane werin çareser kirin’’

Han ser şerê li Ukrayna jî got ku ew piştgirî didin hemî hewildanên jibo çareserîya aştîyane û ew hazir in ku seba aştîyê bi awayekî avaker danûstandinê bikin.

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi jî di rojên borî de gotibû ku ew ser krîza Ukrayna serbixwe û bê alî disekinin û hewil didin ku jibo wê kêşeyê çareserîyeke sîyasî bibînin.

Çînê, heta niha Rûsya ser dagirkirina Ukrayna şermezar nekir. Tevî ku Pekînê ser şerê li Ukrayna plana xwe ya aştîyê pêşnîyaz kirîye, Moskow û Kîevê bi awayekî erênî li wê planê nanêrîne.

Jêder: Reuters