Rêberên Cîhanê Beşdarîyê li Merasîma Sonda Trump Dikin

Donald Trump jimareke mezin ya rêberên cîhanê jibo merasîma sondê vexwend.

Serokê Arjantînê Javier Milei ragihand ku ewê beşdarîyê li merasîmê bike.

Serokwezîra Îtalya Giorgia jî jibo peywendîyên bi Trump re hîn jî xurt bike li rêka merasîmê ye.

Serokê Çînê Xi Jinping tevî ku hatiye vexwendin jî ne li ber e ku li merasîmê be, lê ew nûnerekî xwe dişîne.

Wezîrê Derve yê Japonya Takeshi Iwaya got ku jiber ku ew dixwazin bi Washingtonê re peywendîyên ser hevkarîya ewlekarîya bidomînin ew plan dike here merasîma Trump.

Serokê berê yê Brezîlya Jair Bolsonarjî jibo merasîmê hat vexwendin, lê jiber lêpirsîna ser hewildana derbeyê ya sala 2023’an dest danîne ser pasaporta wî û ew nikare beşdarîyê li merasîmê bike.

Joe Biden, ku îro seroktîyê dide destê Trump, dîyar kir ku ew plan dike here merasîmê ku Trump 4 salên berê beşdarî li merasîma wî nekiribû.

Nûçeyên medyaya Amerîkî radigihînin ku xanima Serokê berê Barack Obama, Michelle beşdarî li merasîmê nake.

Michelle beşdarî li merasîma binaxkirina Jimmy Carter jî nebûbû.

Jêder: Reuters