Rêxistina Cîhada Îslamî ya Hevbenda Hamasê Kî Ye?

Cîhada Îslamî, komeke milîtanên Filîstînî ku hevbendê Hamasê ye û di êrîşa 7’ê Cotmehê ya dijî Îsraîlê da cih girtibû, tawanbarîya Îsraîlê ya ku dibêje ev kom li pişt êrîşa do ya ser nexweşxaneya li Gaza ye red kir, ku bi sedan kes hatin kustîn.

Îsraîlî û Fîlîstînî hevdu bi bombekirina Nexweşxaneya El Ehlî ya Ereb ya li Gaza ya di derengîya do Sêşemîya (17 Cotmeh) de tawanbar dikin, ku bi sedan kes hatin kustîn.

Îsraîlê dîyar kir ku rexistîna Cîhada Îslamî, ji êrîşa do ya ser nexweşxaneya li Gaza berpirs e û got ku roketeke têkçûyî ya komê li nexweşxaneyê ketiye.

Cîhada Îslamî demûdest tawanbarîya Îsraîlê red kir û got ku di dema êrîşê de li bajarê Gaza û derdora wê ti çalakîya wê tunebû.

Çend zanyarîyên di derbarê rexistîna Cîhada Îslamî de bi wî rengî ne:

* Cîhada Îslamî di dawîya salên 1970’an de ji alîyê Fethî Şiqaqî û Ebdul-Ezîz Odeh ve hat damezrandin.

* Rexistînê di nav Filîstînîyên ku ji Rêxistîna Rizgarîya Filîstînê ya bi rêberîya Yaser Erefat nerazî û bê hêvîbûn, piştgirî bi dest xist.

* Fethî Şiqaqî di 1995’an de li Malta li gor nêrîna giştî ji alîyê sixûrên Îsraîlê ve hat kustîn.

* Komê sond xwar ku Îsraîl hilweşîne û li şûna wê dewletek îslamî bi damezrîne, ya ku Filîstîna di bin serwerîya Brîtanya de bû û Kenara Rojava û Gaza ku Îsraîlê di şerê Rojhilata Navîn ya 1967’an de girt ji tê de ne.

* Cîhada Îslamî di warê diravî, zanyarî, perwerde û tecrûbe de ji hêla Îranê ve tê piştgirî kirin ku Îsraîl salane wek lêçûnek bi deh mîlyon dolaran texmîn dike.

* Kom di dêmên dawî de mezin bûye; li Gaza hêzên wê bi cîh kirine dema ku li Kenara Rojava ya di bin kontrola Îsraîlê de hebûna wê li gor Gaza sînordartir e. Herwiha li Beyrut û Şamê jî bingehên biyanî yên komê hene.

*Cîhada Îslamî, li Gaza xwedî tora çekdar ya diduyan ya herî mezin e, piştî koma mîlîtan ya serwer Hamasê.

*Di derbarê hêza Cîhada Îslamî de, bidestxistîna zanyarîyên nûvekirî dijwar e. Lê, li gor texmîna 2021’an ya World Factbook ya CIA, endamên çekdar yên komê ji 1000 heta çend hezaran, diguherin.

* Cîhada Îslamî hevdem xwedî cebilxaneyeke berfireh ya girîng e, ku di nav de, roket, hawan û mûşekên dijî tankê jî heye. Lê, kom agahîyên bi vî rengî eşkere nake.

* Berevajî bi Hamasê, Cîhada Îslamî beşdarî hilbijartinên parlamentoya Filîstînê nebû û xûya dike ku ser avakirina hikûmetekê li Gaza û Kenara Rojava ti armanca wê tuneye.

* Cîhada Îslamî ji alîyê Îsraîl, Amerîka û welatên Ewrupî ve wek komeke terorîst hatiye nasîn.

Jêder: Reuters