Reuters: Di Êrîşek Dronî ya Tirkîyê de 3 Kes li Silêmaniyê Hatin Kuştin

Dîmenek piştî êrîşa Dronî ya li gundê Hermêle yê girêdayê navçeya Çiwarta ya parêzgeha Silêmaniyê, 5’ê Îlona 2024’an.

Tirkîyê îro Pencşemê êrîşek dronekî birîye ser otomobîlekê li herema Silêmaniyê û di encamê de 3 kes hatine kuştin, jêderên ewlekarî û bizîjşkî ragihandin.

Li gor ragihandina jêderan êrîşa dronî ya Tirkîyê, li gundê Hermêle yê girêdayê navçeya Çiwarta ya parêzgeha Silêmaniyê pêk hatiye.

Li gor agahiyên destpêkê yên jêderan nasnameya qurbanîyan hîn nehatiye eşkere kirin. Lê , jimareke medya xwecehî dibêjin, ji kêsên hatine kuştin yek zarok û yek jî sivîlek e, dema nasnameya kesê sêyê ne dîyar e.

Di bûyereke cuda ya roja Çarşemê de, Tirkîyê li herema Xelekan ya bajarokê Dûkan lii parêzgeha Silêmaniyê êrîşeke esmanî pêk anî û di encamê de 3 kes kuştin.

Karbidestên heremê roja Çarşemê ji Dengê Amerîka re gotin ku her 3 qurbanîyên êrîşa Xelekan jî sivîl bûn û endamên heman malbatên bûn.

Hejayê gotinê ye ku li ser her du êrîşan jî heya niha ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Jêder:Reuters, VOA, medya xwecehî ya Kurdî