CHP'ê Bo Protestokirina Guhertinên Rêbazên Parlemanî, Dest bi Çalakîya Rûniştinê Kir

Parlementerên CHP'ê di xwepêşandanekê de ne (Arşîv)

Partîya Gel ya Komarî (CHP) ku partîya opozîsyona serekî li Tirkîyê ye, îro Pêncşemê dest bi çalakîya rûniştinê kir ku guhertinên di rêbaza karkirina parlemanê de protesto bike.

CHP dibêje ku guhertinên nû dê kanîna qanûndanêran sînordar bike ku bikaribin dijî Partîya Dad û Pêşvebirtinê (AKP) ya desthildar tekoşînê bidin.

"Wek nîşandana reaksîyoneke ji birîna dengê opozîsyonê re, koma CHPê îşev ji parlemanê dernakeve," berdevkê wê partîyê Ozgur Ozel ji Reuters’ê re got.

Partîyên hevrik yên Tirkîyê û rêxistinên mafên mirovan li nav û dervayê wî welatî, bi dengekî bilind xema xwe dîyar dikin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hewila darbeya sala borî bo bêdengkxistina cudabîran bi kar tîne.

Endamên CHP’ê dibêjin ku guhertinên plankirî, dema gotûbêjkirina pêşnîyar û qanûnan li parlemanê kurt dike. Ew herwiha îdia dikin ku guhertin qanûndanêran ceza dike ku “navên neqanûnî” jibo hin herêmên Tirkîyê re bi kar bînin û ew jî azadîya ramanê sînordar dike.

Li gor guhertinên nû, qanûndanêr dikarin parlemanterên ku peyîvên "Kurdistan" or "Herêmên Kurdan" bixebîtinin, heta sê rûniştinên parlemanê qedexe bikin.

Nûnerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) pir caran van peyîvana di wateya herêmên rojhilat û başûrê rojhilata Tirkîyê bi kar tînin ku ew jî nîjadperestan tore dike.