CHP: 2,5 Mîlyon Kes Beşdarî Mîtînga Îzmîrê Bûn

Partîya Gel ya Komarî (CHP) ragihand ku 2,5 mîlyon kes beşdarî mîtînga Îzmirê ya berbijarê serokomarîyê yê wê partîyê Muharrem Înce bûne.

Înce di mîtînga Îzmîrê de da zanîn ku di 49 roj de 105 mîtîng li dar xistine.

Înce dîyar kir ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ‘’êdî westîyaye û heyecana wî nemaye’’ û ji hilbijêran xwest ku dengê xwe bidin ‘’rûyê nû’’

‘’Erdogan di sala 2002’yan de digot ‘pêşveçûn’, lê êdî nikare qala ‘dad’ û ‘pêşveçûn’ê bike, nikare derkeve pêş min’’ Înce got.

Înce bi berdewamî da zanîn ku eger ew di hilbijartinan de bi ser keve ewê di civata wezîran de ji hemî partîyan nûner hebin.