CHP'ê Dawî li Karên Hemî Şîretvanên Xwe Anî

Partîya Gel ya Komarî (CHP) dawî li karên hemî şîretvanên xwe anî.

CHP’ê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku hemî şîretvan û serşîretvanên berî 4’ê Hezîranê ya 2023’yan hatine erkdar kirin dê ji 14’ê Hezîranê 2023’an pê ve kar nekin.

Çaverê ye Kiliçdaroglu li şûna şêwirmendên berê hin erkdarkirinên nû bike.

Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Engîn Ozkoç dê wek şîretvanê rêxistinên partîyê kar bike.

Kiliçdargolu piştî hilbijartinan cîgirîya seroktîyê ya jibo berpirsîya rêxistinan rakiribû û ew li xwe girêdabû.

Ji hilbijartinên Gulanê vir ve di CHP’ê de dengên ser guherînê gur bûne.

Kiliçdaroglu dibêje ewê jibo guherîna rêvebirîya partîyê çi ji dest wan were bike.

Jêder: CHP, Twitter