Piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê, nîqaşên nava Partîya Gel ya Komarî (CHP) berdewam dikin.
Meclîsa Partîyê ya CHP’ê ragihand ku ewê di 4-5’ê Mijdarê Kongreya Asayî ya 38’an li dar bixin.
Di vê kongreyê de Kemal Kiliçdaroglu, Ozgur Ozel, Mustafa Orsan Oymen û Îlhan Cîhaner wê jibo seroktîyê pêşbazîyê bikin.
Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Hîkmet Çetin, li ser rewşa CHP’ê ji Dengê Amerîka re got ku rêxistinên CHP’ê coşa xwe ya berê hinda kirine.
“Hêvî dikim kongre rêya guhertinê veke. Ez dizanim ku rêxistinên CHP’ê fedakar in. Heke di nav CHP’ê de guhartinek were çêkirin, ev partî wê serfirazîyên mezin bi dest bixe.”
Di nav van namzetan de, Çetîn nêrîna xwe derbarê Ozgur Ozel dide û dibêje ku heke Ozel serketî be, wê rêya guhertinê jî vebe.
Ozel di nav CHP’ê de erka cîgirîya Kiliçdaroglu kiribû û di heman demê de jî Cîgirê Serokê Koma CHP’ê ya li parlamanê bû.
Ozel îdia dike ku ger ew bibe serok, ewê tenê desthilatîya CHP’ê negire, ewê partîya Ataturk, CHP’ê jî bîne ser desthilatê.
Çavdêrên sîyasî pêşbînî dikin ku di kogreyê de pêşbazîya seroktîyê di navbera Kiliçdarolu û Ozel de çêbe, lê ew şansê Ozel pir hindik dibînin.
Lêkolerê bîragiştî Semîh Turan nîqaşên ku nava opozîsyonê baş nabîne û dibêje ku heke ev nîqaş di demeke kurt de bi dawî nebin, ewê bandorên xirab li ser opozîsyonê çêkin.
“Di nav civakê de zêdetir guhertin tên xwestin. Girseya CHP’ê dibêje ku çi bibe bila bibe, dê di demeke kin de dawî li van gotûbêjan neyê. Niha li pêşîya opozîsyonê hilbijartinên bajarvanîyê hene. Ev jî gelek girîng in.”
CHP, di 25-26’ê Mijdarê de Komcivîna Rêziknameyê li dar dixe. Turan dide zanîn ku heke bi tevahî di nav CHP’ê de di warê endamtîya partî û rêziknameya partîyê de nûkirinek nebe, wê CHP nikaribe pêşve here.
Ev guhertin ji alîyê girseya CHP’ê ve jî ji nêzîk ve tê şopandin. Pispor dibêjin ku alîgirên CHP’ê di vî warî de li benda guhertinê ne.
Your browser doesn’t support HTML5