Ozel Dibêje Dengên jibo CHP'ê Roj bi Roj Zêde Dibin

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro Înê got ku rêjeya dengên wan roj bi roj bilindtir dibe.

Ozel dîyar kir ku ku hemî kompanîyên anketan dibêjin ku rêjeya dengên CHP’ê li dora 33, 34, 35’an e.

‘’Em dengê vî gelî ne û emê vî dengî li her cîhî bihîstin bidin. Anketan hîn îro jî derketin nîşan didin ku, kompanîyên anketan nêzîkî desthilatê bin jî dûrî wê bin jî rêjeya dengên me tim di jor 30’î re ye.’’

Wî got ku ew jî di danûstandinan de û di serdana bajaran de dibînin ku rêjeya CHP’ê roj bi roj zêdetir dibe.

CHP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de cara pêşî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), ku pirtir ji 20 sal in li desthilata Tirkîyê ye, derbaz kir.

Di wan hilbijartinan de bajarên mezin yên wek Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî di destê CHP’ê de man.

Pisporên sîyasetê dibêjin ku CHP’ê bi serketina di hilbijartinên herêmî de derbeke mezin li AKP’ê xistiye û siberoja wê partîyê geş e.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên borî de bi Ozel re civîbû û gotibû ku li welêt qonaxeke nerm ya sîyasetê destpê kiriye.

Erdogan wê hefteya pêş serdana Navenda Giştî ya CHP’ê bike.

Karbidestên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jî dîyar dikin ku li hember binpêkirina hiqûqê û erkdarkirina qayuman bi tenê CHP û Ozel helwesteke demokratîk nîşan didin.

Bajarvanê Mêrdînê Ahmet Turk dîyar kir ku ew hêvî dike ku Ozel di civîna hefteya pêş de li hember Erdogan bi pêgirî berevanîya demokrasîyê bike.

DEM Partî piştî Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê bi qayum dest danî ser Bajarvanîya Colemêrgê banga hilbijartina pêşdem kir.

CHP li ser vê bangê dibêje ku divê şertên hilbijartina pêşwext çêbin û ew niha nikarin banga hilbijartineke wisa bikin.

Jêder: Gazete Duvar