Berdevkê CHP'ê Dibêje Wê Rêvebirîya Partîyê Biguhere

Berdevkê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Faîk Oztrak ser nîqaşên derbarê guherandina rêvebirîyê axifî.

Oztrak dîyar kir ku rêvebirîyên bajar û bajarokan diguherin û got ku ewê guherîn di rêvebirîya partîyê de jî çêbe.

‘’Bêguman emê xwe nû bikin, em xwe nû dikin. Serokên bajarokan diguherin, serokên bajaran, delegeyên me, rêvebirîya partîya me jî dê biguhere’’

Wî got ku di hilbijartinên Gulana 2023’yan de Serokê CHP’ê ji her du dengan yek sitandiye.

Oztrak dîyar kir ku berpirsîyeke dengên wan sitandî heye û got ku divê ew li gelê xwe xwedî derkevin.

Piştî hilbijartinên meha Gulanê di CHP’ê de dengên ser guherînê gurtir bûne.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu dibêjê jibo guherînê çi ji dest wî were ewê bike.

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî banga guherînê dike ku ew di CHP'ê de yek ji sîyasetvanên li pêş e.

Jêder: Gazete Duvar