CHP: Kiliçdaroglu Soza Sê Wezaretan Neda Partîya Zaferê

Berdevkê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Faîk Oztrak dîyar kir ku îdiaya Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag ya ser 3 wezaretan ne rast in.

Oztrak got ku Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û Ozdag berî gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê bi tenê ser du lihevkirinan îmza avêtine.

Wî got ku di her du lihevkirinan de jî ser 3 wezaretên jibo Partîya Zaferê yan rêberîya îstixbaratê tiştek tuneye.

Ozdag dîyar kiribû ku Kiliçidaroglu soza 3 wezaretan daye Partîya Zaferê û gotibû ku ew lihevkirin bi awayekî nivîskî çêbûye.

Serokê Partîya Zaferê gotibû ku ew lihevkirin veşartî maye û ji bîragiştî re nehatiye eşkere kirin.

Partîya Zaferê bi gotinên xwe dijî Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û koçberên Sûrî tê zanîn.

Jêder: CHP, T24